Reqa-SANA
Di encama teqekirina ku duh êvarî li bajarê Reqayê pêk hat, kesekî jîyana xwe ji dest da û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku bûyer li nêzî kolana Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê li rojavayê navenda bajêr qewimî; ku du kesên çekdar ên li ser motorsîklêtekê bûn, rasterast gule li her du qurbanîyan reşandin.
Nûçegihan anî ziman ku yek ji birîndaran ji ber birînên xwe jîyana xwe ji dest da û yê din jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û vêga di bin çavdêrîya bijîşkî de ye.
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Reqayê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ew bûyera tawanê ku li bajêr qewimî dişopînin, û tekez kir ku agahîyên seretayî nîşan didin ku sedema bûyerê heyfhilanîneke kevn e.


