Hema-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li devera Xabê, bi hevkarîya ligel Şaxê TêkoşînaDijî Terorê li Hemayê, kesek bi navê Nîdal Elî Silêman girt. Kesê navborî di serdema desthilata rejîma hilweşîyayî de yek ji endamên Firqeya Çaranbû.
Wezareta Navxwe bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku kesê bi navê Nîdal Elî Silêman tevli şerên gundewarê Hemayê bûye, her wiha destê wî di qaçaxçîtîya çekan bo rêxistina HSDê û bazirganîya madeyên hişber de heye.