Hesekê – SANA
Parêzgarê Hesekê ligel şandeya Xaça Sor rêyên xurtkirina bersivdayîna mirovî û nûjenkirina binesazîyê gotubêj kirin. Di hevdîtinê de giringî bi lezkirina dubare xebitandina stasyona avê ya ′Elokê û piştgirîkirina sektora tenduristîyê hate dayîn. Parêzgar tekez kir ku ew ê hemû hêsankarîyan ji bo karê lîjneyê peyda bikin.
Alîkarê rêveberê avê yê Hesekê tekez kir ku pêwîst e taqîgeha analîzkirina avê were sererastkirin û pêdivîyên pakkirinê werin dabînkirin. Ev yek di civînekê de hat gotin ku tê de nûnerên alîyên peywendîdar û hevkarên navxweyî amade bûn ji bo xurtkirina bersivdayîna mirovî ya hevbeş.
