Idlib-SANA
Tîmeke pizîşkî li Nexweşxaneya Şîfayê li bajarê Idlibê, şemîya borî serkeftineke pizîşkî ya taybet tomar kir, piştî ku di encamdana neştergerîyeke hûr û aloz de ji bo derxistina werimîneke mêjî ji nexweşeke şêstsalî bi ser ket.
Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Mihemed El-Qasim di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku ev neştergerî bi awayekî bêberamber (belaş) li nexweşxaneyê hat encamdan, tevî ku mesrefa wê di nexweşxaneyên taybet de pir zêde ye. Dr. El-Qasim her wiha anî ziman ku nexweşxane di beşên xwe yên neştergerîyê de hema bêje bi tevahî bêpere ye û beşên wekî neştergerîya giştî ya hestîyan, ya rehan û ya sîngê li xwe digire.
Hêjayî gotinê ye ku nexweşxaneyên parêzgeha Idlibê di van demên dawî de, bi hevkarîya rêxistinên pizîşkî û bijîşkên Sûrî yên li derveyî welêt rûniştî ne, bi mebesta geşkirina rewşa pizîşkî, bûne qada encamdana neştergerîyên pizîşkî yên taybet û hestyar.



