Şam-SANA
Wezareta Geştûguzarîyê bi rêya platformên danûstandinê, bi dirûşma “Ji rûpelên dîrokê ber bi ezmûna şûnwar ve” di Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê de pişkdar dibe, da ku şîyan û taybetmendîyên geştûguzarî yên Sûrîyê bide naskirin.
Wezîrê Geştûguzarîyê Mazin El-Salhanî tekez kir ku wezaret bi hûrbînî hewl dide naverokeke wisa pêşkêş bike ku geştûguzarîyê wekî çavkanîyeke çandî û aborî û nasnameyeke neteweyî nîşan bide. El-Salhanî destnîşan kir ku têkelkirina geştûguzarî û çandê, pirek e ji bo geşepêdanê û amûrek e ji bo çalakkirina aborîyê û naskirina Sûrîyê li cîhanê.
Xula awarte ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê di navbera 6 û 16ê Sibata 2026an de tê lidarxistin, bi pişkdarîyeke berfireh û navdewletî û bi bernameyekê ku zêdetirî 650 çalakîyên çandî û ramanî li xwe digire.