Reqa – SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Bendava Firatê Heysem Bekûr, bilindbûna asta ava çemê Firatê ji ber zêdebûna hatina avê û barîna baranê piştrast kir, ku ev yek bû sedema bilindbûna asta depokirina avê di deryaçeyên bendavê de ji bo zêdetirî 97%an. Ev yek hevdem ligel derbaskirina alîyê Tirkî nêzîkî 2000 metrekûbîk av di her çirkeyekê de jî.
Bekûr zelal kir ku bendavên Sûrîyê berî vê zêdebûnê bi rêjeya nêzîkî 96%an tije bûn, ku ev yek ji bo birêvebirina van tibaban bû kêşeyek. Ji bo vê yekê, alîyên peywendîdar Wezareta Rewşên Awarte û parêzgehan agahdar kirin da ku tedbîrên xweparastinê bigirin û hişyarîyê bidin şênîyan ku ji qeraxên çem dûr bikevin.
Baran îsal wekî ya herî zêde di nava 30 salên borî de tê hesibandin ku bûye sedema lehî û zirarên mezin.