Heleb-SANA
Duh Duşemê, karwaneke nû ya alîkarîyên mirovî û hawarçûnê ber bi bajarê Kobanê (Eyn El-Ereb) ve li gundewarê Helebê bi rê ket. Karwan ji 22 barhilgiran û klînîkeke gerok a bijîşkî pêk tê. Ev karwan di bin çavdêrîya Komîteya Navendî ya Bersivdanê ya Helebê û bi koordînasyona hejmarek rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate şandin.
Endamê Ofîsa Cîbicîkar a Parêzgeha Helebê û cîgirê serokê Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê Ferhad Xurdo di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku duh, ji dergehên bajarê Kobanê, karwanê sêyem di bin çavdêriya Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê de gihîşt bajêr.
Xurdo her wiha da zanîn ku ev karwan peyamekê hildigire ku tekez dike dewlet bi hemû sazî û xebatkarên xwe îro li kêleka gelê xwe radiweste, nexasim di dema şahîyên ragihandina Kobanê wekî bajarekî kesk û dost.






