Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Înê derbasî gundê Um El-Îzam li gundewarê Quneytirayê yê bakur bûn, û yek ji gund girtin û ber bi cihekî nenas ve birin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ji çend alavan leşkerî pêk dihat derbasî gund bû û yek ji gund girt bêyî ku sedemên girtinê werin zanîn.
Her weha hêzên Îsraîla dagîrker di demeke berîya îro jî, derbasî her du gundên El-Mi’eleqe û El-Heyran li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn û paşê ji herêmê vekişîyan.
Sûrîye bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Îsraîlî ji xaka xwe dike, û tekez dike ku hemû karên ku li başûrê Sûrîyê dike betal û bêkêr in, û li gorî yasayên navdewletî ti bandoreke wan a yasayî nîne.