Hims-SANA
Yekîtîya Xwendekaran (Desteya Xwendekaran li Fakulteya Endezyarîya Zanyarîyê) li Zanîngeha Himsê îro, bi hevkarîya Komeleya Zanistî ya Sûrîyê ji bo Zanyarîyê ku ji hêla Înkubatora Teknolojîyên Zanyarî û Têkilîyê ve tê nûnertîkirin, yekemîn Hakathona perwerdeyê ji bo pêşxistina sepanên mobîlê (Mobile Dev Hackathon) li ser asta parêzgeha Himsê, li navenda Înkubatorê ya di hundirê zanîngehê de da destpêkirin.
Rêvebera Înkubatora Teknolojîyên Zanyarî û Têkilîyê li Zanîngeha Himsê, Endezyar Hala Cehcah di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev çalakî wekî destpêşxerîyekê ji hêla derçûyên zanîngehê ve tê, bi armanca veguhastina ezmûnên wan ên pratîkî bo xwendekarên Endezyarîya Zanyarîyê û piştgirîkirina wan di pêşxistina jêhatîbûnên wan ên kirdarî de.
Rêkxerrên çalakîyê destnîşan kirin ku rola wan li ser arastekirina xwendekaran û pêşkêşkirina piştgirîya teknîkî ji bo pêşxistina berhemên dîjîtal ku dikarin pirsgirêkên civakî çareser bikin disekine. Her wiha dîyar kirin ku di roja dawî de dê proje li pêşberî komîteyeke pispor werin pêşkêşkirin da ku tîmên serketî werin hilbijartin.


