Quneytirayê-SANA
Hêzên Îsraîla Dagîrker îro Çarşemê derbasî deverên gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn û xortek girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîya Îsraîlî ji heşt alavan pêk dihat, bi ser gundê Eyn El-Qadî de girt û xortek girtin.
Her weha destnîşan kir ku hêzeke din a dagîrkerîyê ji sê alavên leşkerî pêk dihat derbasî rojavayê gundê Seyda El-Hanût bû û xaleke kontrolê danî, di heman demê de hêzeke ji çar alavan pêk dihat di navbera gundê Rezanîye û Seyda El-Hanût de pêş de çû û xaleke din a kontrolê danî.