Heleb-SANA
Rêveberîya Tenduristîya Helebê di hindek gerên xwe yên çavdêrîyê de li ser hejmarek sazîyên tenduristîyê yên taybet, hejmarek binpêkirinên tenduristîyê destnîşan kirin; di nav wan de pêdivî û dermanên ku wextê wan bi ser ve çûye, navendên ku bê destûr kar dikin, ligel binpêkirinên girêdayî sepandina rêkarên têkoşîna li dijî vegirtina nexweşîyê.
Berpirsê navendên bijîşkî yên taybet û klînîkan li Daîreya Sazîyên Tenduristîyê ya Rêveberîyê, Îyad Melhem, duh Înê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku binpêkirinên herî berbiçav ên ku rêveberîyê di gerên xwe yên pêr Pêncşemê de destnîşan kirine, navendên ku li gorî rêgezan destûr wernegirtine, pêdivî û dermanên ku wextê wan derbas bûye, tevî binpêkirinên têkildarî rêkarên pakkirin û têkoşîna li dijî vegirtinê li xwe digirin.
Melhem her wiha destnîşan kir ku rêveberîyê rêkarên qanûnî li dijî binpêkeran girtine.