Şam – SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê de ragihand ku metirsî hîn li ser bajarê Helebê û gundewarê wê yê rojhilat heye, tevî hewldanên hinek navbeynkaran ji bo dûrxistina gefan ji devera rojhilatê Helebê.
Desteya Operasyonan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Înê got: “Bi rêya çavkanîyên xwe, me gihîştina terorîstê tawanbar Bahoz Erdal ji çîyayên Qendîlê bo devera Tebqayê şopand, da ku serpereştîya operasyonên leşkerî yên rêxistina HSD û milîsên PKKê yên terorîst li dijî Sûrîyan û artêşa wan bike.”
Desteya Operasyonan tekez kir ku rêxistina HSD û milîsên PKKê yên terorîst hejmareke mezin ji dironên Îranî ber bi deverên Meskenê û Dêr Hafirê ve anîne, bi armanca amadekirina êrîşên nû li ser welatîyên li bajarê Helebê û gundewarê wê yê rojhilat.
Desteya Operasyonan dîyar kir ku wan gihîştina komên nû ji milîsên PKKê yên terorîst û bermayîyên rejîma berê bo devera Tebqayê şopandine, û ji wir wê werin veguhastin bo xalên belavbûnê li Dêr Hafir, Meskenê û herêmên derdora wan.
Desteya Operasyonan destnîşan kir ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê hewl dide ewlehîya şênîyan li wan herêman biparêze yên ku HSDê û hevpeymanên wê wekî bingehekê ji bo operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Sûrîyan bikar tînin. Her wiha tekez kir ku artêş dê welatîyan û serwerîya Sûrîyê biparêze, û rê nade şûnmayên rejîma berê û terorîstên ku ji sînoran derbas dibin û ji Qendîlê tên ku aramîya Sûrîyê têk bibin û civaka Sûrîyê bikin armanc.