Heseke-SANA
Şaxê Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li Hesekê, alîkarîyên zivistanê li ser zarokên kampên penaberan li bajarê Hesekê û gundewarên wê belav kirin, bi armanca parastina wan ji pêlên sermaya dijwar a ku li herêmê heye.
Serokê şaxê rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li Hesekê, Xidir El-Zahir ji SANAyê re dîyar kir ku alîkarîyên pêşkêşkirî cil û bergên zivistanê ji bo zarokan bûn, yên ku ji alîyê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ve hatibûn dabînkirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên hevbeş de tê ji bo kêmkirina êş û azarên zarokan di werzê zivistanê de.
El-Zahir tekez kir ku rêxistin di pêşkêşkirina her cûreyê alîkarîyan de ji bo malbatên herî hewcedar li hemû deverên parêzgeha Hesekê berdewam e, bi rêya projeyên xwe yên mirovî, bi hevrêzkarî û hevkarîya ligel rêxistinên navneteweyî yên hawarçûnê û yên mirovî.
Hêjayî gotinê ye ku şaxê Heyva Sor li Hesekê di hefteya borî de alîkarîyên madî belav kiribûn ku tê de (sobe, tankên avê, sarinc, panelên enerjîya rojê bi bataryayên wan ve) hebûn, û 267 malbatan li parêzgehê sûd jê wergirtin.
