Heleb-SANA
Zêdetirî 4000 sivîlan karîbû ji devera Dêr Hafir û Meskenê li gundewarê rojhilatê Helebê derkevin, piştî ku di rêyên nefermî yên çandinîyê yên metirsîdar re derbas bûn; ji ber ku rêxistina HSDê rê neda wan ku di korîdora mirovî ya ewle ya li gundê Himêmeyê re derkevin.
Rêveberîya devera Dêr Hafirê îro di demeke zûtir de ragihand ku piştî ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê dema dîyarkirî ji bo derketina sivîlan ji bajarê Dêr Hafirê û derdora wê dirêj kir, rêxistina HSDê hîn jî rê li ber sivîlan digire ku di korîdora mirovî ya ewle ya li gundê Himêmeyê re derkevin.
Parastina Sivîl a Sûrî dîyar kir ku şênî rûbirûyî zehmetîyên mezin bûn di dema derketinê de; ji ber ku rêxistina HSDê rê neda wan ku di korîdora mirovî ya li gundê Himêmeyê re derkevin, ku ji alîyê Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê hatibû ragihandin. Lewma şênî neçar man di nav zevîyên çandinîyê û herêmên metirsîdar re bimeşin heta ku gihîştin deverên ewle.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihandibû ku dema korîdora mirovî ku ji bo derketina bi silametî ya şênîyan di gundê Himêmeyê re hatibû dîyarkirin, hatiye dirêjkirin; ji saet 09:00ê sibeha îro Înê heta saet 17:00ê êvarê.








