Gundewarê Şamê-SANA
Roja Pêncşemê, 950 malbat li bajarokên Heycane û Dêr El-Esafîr ên gundewarê Şamê, ji alîkarîyên xwarinê û yên mirovî yên Komeleya Xêrxwazî ya Şarîqa sûd wergirtin.
Rêveberê Cîbicîkar ê Komeleyê, Ebdullah Sultan Bin Xadim, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re tekez kir ku belavkirina alîkarîyan piştî lêkolînên meydanî ji bo dîyarkirina navçeyên malbatên herî hewcedar pêk hatiye û kar ji bo cîbicîkirina bernameyên perwerdekririn û bihêzkirina malbatan û perwerdeya pîşeyî berdewam e.
Di çarçoveya kampanyayê de, ku 15 welatên Erebî li xwe digire, dê xanîyên zîyandîtî werin çêkirin bi armanca bidawîkirina hebûna kampan heta sala 2026an. Her wiha, belavkirina alîkarîyên xwarinê dê di vê mehê û meha bê de berdewam be.
600 malbat li bajarokê Dêr El-Esafîr û 350 malbat li bajarokê Heycaneyê ji alîkarîyan sûd wergirtin, ku ji bo malbatên “di rewşeke dijwar de” hatibûn dayîn, di demekê de ku pêdivîyên malbatan di zivistanê de mezin in.







