Heleb-SANA
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb tekez kir ku jîyana ewle li her du taxên Eşrefîyê û Şêx Meqsûdê vegerîyaye. Ev yek jî ligorî planeke hûrbîn ku giranîyê dide ser silametîya sivîlan û misogerkirina aramîya wan pêk hat.
El-Xerîb dîyar kir ku rêxistina HSDê ku her du tax di bin kontrola wê de bûn, ji bo tirsandina şênîyan û têkdana aramîyê kar kir, û êrîş birin ser mirovên bêguneh û sivîl topbaran kirin, ku di encamê de gelek sivîl nexasim zarok û jinbûn qurbanî.
Parêzgar ragihand ku vegera niştecihan bo taxa Eşrefîyê bi awayekî pratîkî dest pê kiriye, û hewldan ji bo dabînkirina vegera temamî û ewle bo taxa Şêx Meqsûdê berdewam dikin, li gorî planeke ku silamtîya welatîyan di ser her tiştî re digire.
El-Xerîb bal kişand ser wê yekê ku sazîyên dewletê dest bi xebatên xwe yên meydanî yên çalak kirine ji bo nûjenkirina taxan, di nav de karên amadekirina elektrîkê, rakirina berbest û kavilan û temamkirina vegera jîyana asayî bi tevahî.