Hesekê-SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê, îro Şemîyê, dest bi pompekirina gaza xam ji zevîyên Cibisê yên li Hesekê ber bi kargeha gaza Firqlusê li gundewarê Humisê kir bi fişara 35 baran. Ev pêngaveke girîng e ji bo zêdekirina hilberînê û dabînkirina gaza taybet bi hilberîna elektrîkê.
Kompanyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku rêjeya pompekirinê rojane nêzîkî mîlyonek û 200 hezar metre sêca ye, û gaz bi rêya her du stasyonên Kona û Merkede tê veguhestin. Ev yek beşdarî piştgirîkirina aramîya sîstema enerjîya elektrîkê û baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê dibe.
Ev piştî wê yekê tê ku Kompanya Sûrî ya Petrolê zevîyên gaz û petrolê li herêmê wergirtin, piştî rizgarkirina wan ji rêxistina “HSD”ê, daku ji nû ve werin amadekirin û xebitandin li gorî planên pejirandî yên ku xizmeta aborîya niştimanî dikin û piştgirîya sektora enerjîyê dikin.
Dîyar e ku ev gav piştî wê yekê hat ku Artêşa Sûrîyê kontrola xwe li ser van zevîyan çespand, wek cîbicîkirina rêkeftina agirbestê û tevlîbûna temam a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nava sazîyên dewleta Sûrîyê de.