Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê herêma Dêr Hafir, Meskene û derdora wan li gundewarê Helebê wekî “herêma leşkerî ya girtî” ragihand, û bang li sivîlan kir ku ji bo parastina canê xwe ji baregehên rêxistina HSDê li vê herêmê dûr bikevin.
Desteyê di hişyarîyekê de ku li ser kanala El-Ixbarîya ya Sûrîyê ligel nexşeyeke zelalkirinê weşand, got: “Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê ber bi rojhilatê Firatê ve vekişin.. Canê xwe biparêzin.”
Desteyê her wiha got: “Piştî berdewamîya rêxistina HSDê di komkirina komên xwe de ligel milîsên terorîst ên PKKê û bermayîyên rejîma berê li vê herêmê, û ji ber ku ev der xala berdana dronên xwekuj ên Îranî ye ku bajarê Helebê bombebaran kirin, herêma ku bi rengê sor hatiye dîyarkirin ji roja îro ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê duh ragihandibû ku wan hatina komên çekdar ên zêdetir bo xalên belavbûna rêxistina HSDê li gundewarê Helebê yê rojhilat li nêzîkî Meskene û Dêr Hafirê şopandiye, ku di nav wan de hejmarek şerkerên rêxistina PKKê ya terorîst û bermayîyên rejîma berê hebûn, û her tevgereke leşkerî ku ev kom pê rabin dê bi bersiveke tund re rûbirû bibe.