Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku operasyona paqijkirina taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê bi temamî bi dawî bûye.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ji bo SANAyê ragihand: “Em bang li gelê xwe yê sivîl li taxa Şêx Meqsûdê dikin ku di malên xwe de bimînin û dernekevin derve, ji ber ku endamên rêxistina HSDê û rêxistina PKKê yên terorîst xwe di nav wan de veşartine.”
Desteyê lê zêde kir: “Welatîyên me yên sivîl dikarin ji bo her rewşeke awarte yan jî ji bo agahdarkirina li ser hebûna endamên rêxistina HSDê, bi hêzên leşkerî yên li kolanên taxê re têkilîyê deynin.”