Şam-SANA
Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê, ragihand ku ew di çarçoveya nêrîna xwe ya civakî û jîngehparêzîyê de, amade ye ku qebareyek dar û êzingan li ser malbatên li kampên parêzgehên Idlib û Helebê belav bike, da ku karibin xwe li hember şert û mercên dijwar ên seqayê biparêzin.
Wezaretê tekez kir ku pêvajoya belavkirinê dê di bin çavdêrîya rasterast a parêzgaran de were kirin, da ku alîkarî bigihêjin kesên hewcedar.
Li Idlibê jî, bi piştgirîya Sindoqa ″Kampanîya Wefadarîya bi Idlibê re″, Kampanyayek ji bo belavkirina 1000 ton sotemenî dest pê kir, piştî ku pêşbînîyên keşûhewayê hişyarî dan ku pêleke berfireh a serma û qeşayê tê çaverêkirin.

