Laziqîye-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê, bi rêya operasyoneke pêşwext a serkeftî, planeke talankirina hin malan di bin gefa çekan de pûç kir, û karîye hemû endamên wê koma çeteyan berî encamdana tawanan desteser bike.
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn di daxuyanîyekê de îro eşkere kir ku koma çeteyan ji pênc kesan pêk dihat; ew li xwe mikur hatin ku wan çend mal şopandibûn û plan danîbûn ku operasyonên talankirinê di bin gefa çekan de li dijî wan pêk bînin.



