Şam-SANA
Bi helkefta salvegera yekemîn a rizgarkirinê, Yekîtîya Komeleyên Xêrxwazîyê li Şamê û Gundewarê wê, bi hevkarîya Wezareta Karên Civakî û Kar û Wezareta Çandê, çalakîyek bi navê ʺCivaka Sivîl Hevpara Hêvî û Êşê yeʺ li Mala Operayê li Şamê li dar xist, di vê çalakîyê de, hejmarek ji azadkirîyên girtîgehên rêjîma berê û malbatên şehîdên ku di nava civaka sivîl de dixebitîn, hatin xelatkirin.
Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî tekez kir ku piştgirîya xebatkarên xêrxwazîyê û bihêzkirina azadkirîyan û malbatên şehîdan pir girîng e, da ku karibin rola xwe bi xurtî di xizmeta civakê bibînin.

Sekreterê Yekîtîyê Heysem Seltecî jî got ku armanca vê çalakîyê ronîkirina rola komele û rêxistinên ne-hikûmî di salên Şoreşê de ye, û nîşandana wan zehmetîyên ku dibûn asteng li pêşîya xebatkaran, û amaje kir ku 63 kes ji azadkirîyan û malbatên şehîdan hatin xelatkirin.
Di nav çalakîyê de kurtefîlm, beşên çandî û werzişî, û gotinên bibandor ku serpêhatîyên Şoreşê nîşan didan hebûn.





