SANA – Taybet
Di çarçoveya kampanyaya “Heleb Dayika Hemûyan e”, tabloyeke hunermenda Kurd Lava Îbo bi bihayê 50 hezar dolarên Amerîkî hat firotin.
Dahata firotina vê berhemê ku ji alîyê hunermenda Efrînî Lava Îbo ve hatiye amadekirin, dê bi tevahî ji bo jinûveamadekirin û pakkirina kolanên bajarê Efrînê û nûjenkirina binesazîya wê bê xerckirin.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Lava Îbo bi eslê xwe ji bajarê Efrînê ye û bi vê berhemê xwestiye xizmeta bajarê xwe û pêşxistina kolanên wî bike.