Hesekê – SANA
Bi boneya salvegera rûxandina rejîma dîktator, Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS)ê, bi vê helkeftê li bajarê Qamişloyê ahengek li dar xist û pîrozbahî li hemû Sûrîyan kir û got ku Gelê Kurd bi şanazî vê rojê pîroz dike.
Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê, rêzdar Mûaz Yûsif jî ji alîyê xwe ve got: “Em gelekî kêfxweş in bi rûxana wê rejîma ku di kuştin, îşkence û wêrankirina avahîyan de, hemî cureyên top, tank û firokeyên cengî bi rengekî hovane bi kar tanîn û gel di nava zindaneke mezin de hiştibû.”

Birêz Ceger Silo ku ew jî endamekî Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê ye, lê zêde kir: “Em bi boneya salvgera yekemîn a ketina rejîma xwînmij, pîrozbahîyê li tevahîya pêkhateyên Sûrîyê dikin û hêvî dikin ku heman zordarî û paşguhkirin dubare nebe li Sûrîyê, di heman demê de ku hemî meseleyên neteweyî -ya Kurdî jî di nav de- di rêya destûrê û di çarçoveya welatekî yekgirtî de, bên çareserkirin.”



