Heleb-SANA
Ji encama gulebarana du kesên nenaskirî, du endamên Zabîteya Gumrikê şehîd ketin û du endamên din jî birîndar bûn, di dema ku dewrîyeya zabîteyê ligel kamyonên transît li ser rêya Heleb û Şamê, li herêma Zirbê ya gundewarê Helebê dimeşîya.
Mazin Elûş, Rêveberê Têkilîyan yê Desteya Giştî ya Dergehan û Gumrikê, piştî bûyer şirove kir, got ku alîyên peywendîdar dest bi lêkolînan kirine, ji bo tawanbaran bişopînin û wan desteser bikin.

Tê zanîn ku Desteya Giştî ya Dergehan û Gumrikê di çarçoveya erkên xwe yên dabînkirina dergehên sînorî, garantîkirina ewlehîya tevgera kelûpel û rêwîyan û meşa ligel karwanên transit, dixebite.