Heleb-SANA
Îro sêşemê, kampîna darçandinê ya bi navê “Efrîn hêja ye” dest pê kir, ku ji alîyê Rêveberîya Çandinîyê û Rêveberîya herêma Efrînê li Helebê ve tê organîzekirin, bi mebesta çandina 20 hezar darî li girên derdora bendava Meydankê li gundewarê bakurê Helebê.
Berpirsê Peywendîyên Giştî di Rêveberîya herêma Efrînê de Mihemed El-Hesen dîyar kir ku kemîn armanc dike derdora gola Meydankê bi temamî daran lê biçîne, bi beşdarî û piştevanîya xelkê herêma Efrînê.
Ev kampîn wekî berdewamîya kampînên darçandinê yên salên borî li herêmê tê, û di çarçoveya hewldanên Wezareta Çandinîyê û şênîyan de ye, ji bo vegerandina nixumandina kesk (şînkahiyê) li Efrînê.


