Laziqîye-SANA
Asayîşa Navxweyî li parêzgeha Laziqîyê pênc efserên serdema rejîma berê piştî çendîn operasyonên ewlekarîyê yên tekûz girtin.
Fermandarê Asayîşa Navxweyî li Laziqîyê, Emîd Ebdulezîz El-Ehmed, di daxuyanîyekê de ku Wezareta Navxwe li ser kanala xwe ya Telegramê belav kir, got: “Piştî rêzeoperasyonên ewlekarîyê yên tekûz ku Rêveberîyên Asayîşa Navxweyî li parêzgeha Laziqîyê bi hevkarîya Şaxê Dijî Terorê pêk anîn, me karî em Emîd Rukn Ednan Elî Yûsif, Emîd Pizîşk Samî Mihemed Salih, Emîd Pizîşk Xesan Elî Derwîş, Muqedem Pizîşk Xedîr Îmad Cez’e û Muqedem Tariq Elî Binyat bigirin.”
Emîd El-Ehmed lê zêde kir: “Navborîyan di serdema desthilatdarîya rejîma berê de postên hestyar wergirtibûn, ya herî berbiçav karê wan wekî pizîşk û dadwerên leşkerî li Nexweşxaneya Tişrîn a Leşkerî ya berê li Şamê bû. Lêpirsînên destpêkê tevlîbûna wan di kirina binpêkirinên şer ên giran, tawanên kuştinê û nixumandina tawanên din ên ku li dijî hejmarek sivîlan di nav çend girtîgehên ser bi rejîma berê ve hatine kirin de, eşkere kirin.”
Emîd El-Ehmed wiha domand: “Fermandarîya Asayîşa Navxweyî li parêzgeha Laziqîyê tekez dike ku destê dadmendîyê dê bigihîje her kesê ku tevlî tawanên li dijî gelê me bûye, heçko pile yan cihê wî çi be jî!”




