Îdlib – SANA
Bexşên Kampanyaya “Biniş ji bo Çavên Te”, ya ku li bajarokê Binişê yê rojhilatê Îdlibê dest pê kir, ji çar milyon dolarên Amerîkî derbas kirin, bi beşdarîyeke berfireh a xelkê û çalakîyên fermî û civakî. Armanc jê piştgirî û pêşxistina binesazîyê û nûamadekirina avahîyên giştî yên ku ji ber topbarana rejîma berê wêran bûne.
Destpêkirina Kampanyayê di 28/11/2025 de, hevdem digel salvegera destpêkirina operasyona “Pêşîlêgirtina Dijminkarîyê” û rizgarkirina Sûrîyê bû. Doktor Me’d Bedewî, ku yek ji endamên komîta çavdêr e, tekez kir ku armanca kampanyayê çaksazkirina binesazîya wêrankirî ye ya ku rejîmê di nava 15 salan de pêk anîye, û got ku ew ê giringîyê bidin sektorên perwerde, tenduristî û rêyan, her wiha pirojeyên domdar ên bi armanca piştgirîya feqîr û sêwîyan.
Quteybe Bedewî, serokê Desteya Giştî ya Dergehan û Gumrikê, tekezî li ser girîngîya piştgirîya Binişê kir, ji ber ku ew yek ji wan bajarokên pêşîn bû yên ku dest bi şoreş kirin û qurbanî pêşkêş kirin. Her wiha parêzgarê Îdlibê, Mihemed Ebdulrehman, girîngîya çalakîyê di xurtkirina hezkirin û lihevkirinê di navbera gel û hikûmetê de ji bo jinûveavakirinê dîyar kir.

