Gundewarê Şamê – SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa, îro sersaxîya malbatên şehîdên bajarokê Beyt Cinê yê li Gundewarê Şamê, yên duh berbangê di êrîşa Îsraîlê de canê xwe ji dest dan, kir.
Wezîr El-Mustefa di dema serdana xwe ya bo bajarok di daxuyanîyekê de ji rojnamevanan re got: “Em bang li dezgehên ragihandinê yên Erebî û Bîyanî dikin ku giringîyê bidin vê êrîşê û bi guhdaneke baş bûyerên vê herêmê bişopînin, û xweragirîya xelkê bigihînin cîhanê, her wiha hevgirtina wan digel dewleta wan nîşan bidin.”
Wezîr El-Mustefa tekezî li ser piştgirîya hikûmetê ya tam ji xelkê re û sekinîna wê li kêleka wan bi her awayî di van şert û mercan de kir.
Serdana Wezîrê Ragihandinê piştî êrîşa Îsraîlî ya duh li ser bajarokê Beyt Cinê yê li Gundewarê Şamê tê, ya di encamê de 13 welatî şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, her weha hêzên dagirker ketin nava bajarok û sê welatî desteser kirin.

