Şam-SANA
Li gorî Rêveberê Geştyarîya Şamê Macid Îzeddîn, hejmara xwarinxaneyên moletkirî li Parêzgeha Şamê gihîşt 748an, di heman demê de hejmara xewgehan gihîşt 327an, di nav wan de 183 otêlên bi astên cuda û 44 otêlên kevnetorî, ku piranîya wan li Şama Kevn cih digirin.
Îzeddîn ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku belavbûna erdnîgarî ya van otêl û xwaringehan “Şama Kevn – Meze – Ebû Rumane – El-Malikî – Rebwa – Meydan – Kefr Sûsa û Merce” li xwe digire. Her wisa destnîşan kir ku li kêleka cihên ku Wezareta Geştyarîyê pêşnîyar kirine, navçeyên geştyarî yên hêvîdar ji bo veberhênanê hene.

Bajarê Şamê bi pêgeha xwe ya dîrokî û şaristanî ji bo tûrîstan ji hundir û derveyî Sûrîyê jîngeheke balkêş e. Şûnwar û bazarên kevneşopî lê hene û vê yekê Şam kiriye armanca veberhênerên ku li projeyên geştyarî digerin.
Tê zanîn ku niha Wezareta Geştyarîyê ji bo pêşxistina vê sektorê, li ser cîbicîkirina plan û bernameyan ji bo çalakkirina veberhênanê kar dike. Her wiha hewl dide hebûna projeyên geştyarî li bajarên sereke nemaze li Şama paytext zêdetir bike, çiku Şam li Sûrîyê navendeke çandî û aborî ya herî girîng e.