Laziqîye-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê, bi hevkarîya Şaxê Dijî Terorê, Dozgerê Giştî yê Leşkerî yê Sûrîyê di dema desthilatdarîya rejîma berê de, Lîwa Nayif Salih Derxam, girt.
Wezareta Karên Hundir dîyar kir ku Derxam yê ji gundê El-Şamîye yê gundewarê bakurê Laziqîyê ye, beşdarî binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan bûye.
Emîd Ebdulezîz El-Ehmed da xuyakirin ku tuhmetbar bo rayedarên pêwendîdar hatiye şandin ji bo temamkirina lêpirsînan û paşre dê bo dadgehê were birin da tedbîrên qanûnî yên pêwîst dermafê wî cî bi cî bikin.