Parêzgeh-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrî, encamên pêşî yên Serê Kanîyê û Girê Spî weşandin.

Piştî bidawîhatina dengdarê û veqetandina dengan, serokê komîteyê, Mihemed Taha El-Ehmed navên nazadên serkeftî ragihandin ku ew jî ev in: Ebdulah El- Ebdulah li bajarê Serê Kanîyê, Xelîl El-Kin’û û Se’id El-Şiwêş li devera Girê Spî.
Tê zanîn ku hejmara endamên desteya hilbijartinê li Girê Spî digihîje 100 endamî, û ew dê du kesan ji bo endametîya encumenê hilbijêrin, lê hejmara endamên desteya hilbijartinê li Serê Kanîyê 50 kes e û ew dê kesekî tenê ji bo endametîya encumenê hilbijêrin.
Di 5ê vê mehê de, endamên desteyên hilbijartinê li parêzgehên Sûrîyê, ji bilî Siwêda, Reqa û Hesekê, dengên xwe ji bo hilbijartina yekemîn Encumena Gel li Sûrîyê piştî rizgarkirinê dan.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, Newar Necme, piştrast kir ku kursîyên mayî yên parêzgehên Reqa û Hesekê bi kursîyên parêzgeha Siwêdayê re vala dimînin heta ku şert û mercên ewlekarî û sîyasî yên kêrhatî ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext peyda bibin.












