Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Encamên hilbijartinên Encumena Gel di Semînerekê de li Şamê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Şam > Encamên hilbijartinên Encumena Gel di Semînerekê de li Şamê

Encamên hilbijartinên Encumena Gel di Semînerekê de li Şamê

Hat weşandin: 2025/10/21 3:59 PM
Hat nûkirin: 2025/10/21 3:59 PM
Encamên hilbijartinên Encumena Gel di Semînerekê de li Şamê

Şam-SANA

Tora Çavdêrîya Civakî ya Sûrîyê – Yekîneya Piştgirîya Aramîyê, semînereke taybet ji bo gotûbêjkirina encamên proseya şopandina hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê li dar xist, li ser bingehê dane û agahîyên ku ji tîmên şopandinê yên meydanî li parêzgehên cuda yên Sûrîyê hatine komkirin, ku hejmara wan 42 tîmên şopandinê yên meydanî bûn û li 11 parêzgehan hatibûn belavkirin.

Rêveberê Cîbicîkar ê Yekîneya Piştgirîya Aramîyê, Munzir El-Selal, di gotinekê de tekez kir ku avakirina Encumena Gel a nû pêngavek ber bi paşerojeke baştir ve ye ku li ser hîmê zîrekî û elîtan e, dûrî alîgirîyên teng ên nijadî, mezhebî yan êlperestî.

El-Selal piştrast kir ku pêwîstîya qonaxa niha bi nermbûnekê di mekanîzmayên hilbijartinê de heye, wek pejirandina desteyên hilbijartinê wek mekanîzmayeke demkî ya pêdivî di çarçoveya heyî de. Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku pêdivîya paşererojê bi veguhertineke gav bi gav ber bi hilbijartinên rasterast ve heye ku hemû Sûrî, jin û mêr, tê de beşdar bibin.

Di raporê de hat gotin ku torê rêbazeke hûr û pirast pejirandiye û ku rêbaz ji prensîbên bêalîbûn û şefafîyetê derketiye, ligel liberçavgirtina cihêrengîya erdnîgarî di tîmên şopandinê de ji bo misogerkirina nûnertîya hevseng. Her wiha têbînîyên rasterast û hevpeyvînên kurt bi dengderan re hatine komkirin ji bo nirxandina rewşa navendên dengdanê û asta rêxistinbûnê û razîbûna dengderan ji ezmûna hilbijartinê.

Di berdewamîya gotina xwe de, El-Selal dîyar kir ku avakirina Komîteya Bilind a Hilbijartinan nêrîneke sîyasî nîşan da ku tevî kurtbûna dema amadekarîyê dikare li ser were avakirin, û performansa giştî ya komîteyê bi jêhatîbûna rêxistinî dîyar bû. Her wisa roja dengdanê pabendbûnek bi rêkarên yasayî yên giştî hebû ku nasnameya dengderan hate piştrastkirin û pêvajoyên hejmartin û cudakirinê bi şefafîyeteke bilind bi rê ve çûn.

Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, Newar Necme, ji alîyê xwe ve tekez kir ku arîşeya herî mezin misogerkirina durustîyê di hilbijartina endamên desteyên hilbijartinê de bû, ku komîte li ser vê yekê xebitî û amaje bi wê yekê kir ku komîteyê bi rêjeya di navbera 70 û 80 ji sedî de di pêkanîna vê armancê de bi ser ket.

Necme axaftina xwe domand û got: “Rexneyên têkildarî nûnertîya jinan û hin pêkhateyên gelê Sûrîyê rastîya civaka Sûrîyê bi xwe nîşan didin, ji ber ku komîteyê hewl da dadmendîyê bêyî parvekirinê pêk bîne, çiku pêwîstîya civaka Sûrîyê bi demê heye da ku tecrûbeya xwe ya demokratîk a taybet ku dê nasnameya wê ya welatî dîyar bike, geş bike.”

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê di 5ê vê mehê de encamên fermî yên hilbijartinan li herêmên ku proseya hilbijartinê li parêzgehên dîyarkirî lê hatibû lidarxistin, ragihandibû.

Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê: Vegera Malbatên Taxa Ezîzîyê Gaveke Giring e ji bo Xurtkirina Aramîyê
Elektrîka Gundewarê Şamê: Danîn û Guhertina 6 Veguherînerên Elektrîkê li Çend Deverên Parêzgehê
Wezîrê Darayî ligel Parêzgarê Hesekê Jinûveçalakirina Xizmetên Darayî li Parêzgehê Gotûbêj Dike
Wezîrê Berevanîyê li Şamê bi Serokê Şandeya Hêzên Çavdêrîya Agirbestê re Civîya
Wezareta Tenduristîyê bi hevkarîya Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî klînîka “dergehê başbûnê” li gundewarê Şamê vedike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Encamên Hilbijartinên Encumena GelŞamTecrûbeya Hilbijartinê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?