Şam-SANA
Wezîrê Çandinîyê yê Sûrîyê, Emced Bedir, tekezî li ser xîreta wezaretê ya ji bo pêşkêşkirina tiştên pêwîst kir ji bo pêşxistina rewşa çandinîyê li bajarê Girê Spî li parêzgeha Reqayê.
Wezaretê li ser Telegrama xwe, ji Wezîr Bedir ev gotin ragihand: Weke bersivekê ji daxwazên cotkarên Girê Spî re, wezaret dê serdanekê li bajêr pêk bîne ji bo şopandina rewşa çandinîyê, û hevdîtina bi cotkaran re û gengeşekirina rêyên berdest ji bo pêşkêşkirina hêsankarîyên ku beşdarî pêşxistina vê ketwarê dibin, û dîtina çareserîyan ji bo pirsgirêka gihandina berhemên wan bo bazaran bi awayên herî baş.
Berî çend rojan, cotkarên Girê Spî xwepêşandanek li dar xistin û tê de daxwaza dabînkirina pêdivîyên çandinîyê, nexasim gubre û tov û gazin ji bilindbûna nirxê kelûpelên çandinîyê kirin.