Laziqîyê-SANA
Fermandarîya Asayîşa Navxweyî li Parêzgeha Laziqîyê, tawankar Samir Edîb Omran ku bi binpêkirinên giran derbarê sivîlên Parêzgeha Derayê de tometbar e, girt.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand: Yekîneyên ji Fermandarîya Asayîşa Navxweyî li Parêzgeha Laziqîyê bi hevkarîya Şaxê Dijî Terorê, operasyoneke ewlekarî ya serkeftî pêk anî û di encamê de tawankar Samir Edîb Omran, xelkê bajarokê Eyn El-Beydayê li gundewarê bakurê Laziqîyê, hat girtin.
Wezareta Navxwe her wiha got: Tawanbar ku di serdema rejîma berê de serokê beşa ewlekarîya leşkerî bû li Parêzgeha Derayê, bi binpêkirinên giran li dijî sivîlên parêzgehê tometbar e, di nav de kuştin, revandin, şantaj û windakirina bizorê.