Şam-SANA
Duh Şemîyê, Wezareta Perwerde û Hînkirinê ragihand ku nêzîkî 31 hezar mamosteyên jin û mêr ên ku bi wekalet li hemû parêzgehên Sûrîyê hatine erkdarkirin, dê ji îro Yekşemê ve, ku 13ê Îlonê ye, dest bi karê xwe bikin.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, bang li hemû wekîlên erkdarkirî kir ku pabendî dewama fermî bin û ji dîroka navborî ve li dibistanên ku ji bo wan hatine dîyarkirin amade bin, da ku beşdarîyê di misogerkirina birêkûpêkîya proseya perwerdeyê de û destpêkirina sala xwendinê ya nû bi şêweyê ku tê xwestin bikin.