Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî yê Sûrîyê Merwan El-Helebî tekez kir ku avakirina sîstemeke tenduristîyê ya pêşkeftî ji perwerdeyeke bijîşkî ya xurt, lêkolîneke zanistî ya berpirsyar û kadroyên pispor ên ku peyama zanist û mirovahîyê bi hev re hildigirin, dest pê dike.
Wezîr El-Helebî duh Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê bi helkefta Roja Tenduristîyê ya Cîhanê got: “Nexweşxaneyên fêrkirinê yên li zanîngehên Sûrîyê, ne tenê sazîyên xizmetguzarîyê ne, belê jîngehên zanistî yên temamker in ku tê de ezmûna bijîşkî tê amadekirin. Ev yek jî rasterast bandora xwe li ser kalîteya lênêrîna tenduristîyê ya ku ji welatîyan re tê pêşkêşkirin, dike.”
Wezîr El-Helebî bi vê helkeftê silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû kadroyên bijîşkî, perwerdeyî û lêkolînî kir, ku peyama perwerdeyê û emaneta pîşeyê li cem hev dicivînin û bingeha pêşxistina sektora tenduristîyê û xurtkirina berxwedana wê pêk tînin.
Her sal di 7ê Nîsanê de Roja Tenduristîyê ya Cîhanê tê pîrozkirin û pîrozbahîya sala 2026an di bin dirûşma: “Bi hev re ji bo tenduristîyê.. Piştgirîyê bidin zanistê” de tê, wekî tekezîyekê li ser rola zanîna zanistî di xurtkirina tenduristîya giştî de.