Şam-SANA
Rêveberê Daîreya Ragihandinê li Wezareta Perwerde û Hînkirinê Hemze Hûrîye, nûçeya derbarê derketina giştînameyekê, ya ku li ser torên civakî belav bûye, û behsa derengxistina destpêkirina dibistanan heta 19ê vê meha Îlonê dike, red kir.
Hûrîye di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê, îro Sêşemê, zelal kir ku agahîyên têkildarî babeta perwerde û hînkirinê, tenê bi rêya platformên fermî yên wezaretê tên belavkirin. Her wiha bang kir ku tu giştîname an zanyarîyên ku jêdera wan ne alîyên fermî bin, neyên belavkirin.