Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûrîyê, ragihand ku ew ê di hefteya bê de mufadeleya qebûlkirinê ya zanîngehên taybet ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an derxe, bo xwendekarên ku dixwazin di rêya bawernameya peymangehê an lîsansa zanîngehê, serî lê bidin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro kopyeke wê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku niha xebat li ser amadekirina rênimayên birêxistina vê mufadeleyê berdewam dikin, da ku di hefteya bê de bi fermî bê derxistin.
Hêjayî gotinê ye ku wezaretê di 21ê vê Kanûnê de dest bi wergirtina belgeyên mufadeleya veguhastinê (veguhastina wekhev – guhertina qeydê) ji zanîngehên Sûrîyê (hikûmî û taybet) ber bi zanîngehên taybet ve kiribû, û dê di dawîya dema karê fermî yê roja çarşemê, 24-12-2025an de bi dawî bibe.