Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, ragihand ku Encumena Xwendina Bilind di rûniştina xwe ya şeşemîn de ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an ku di duduyê vê Tebaxê de hatibû lidarxistin, damezirandina komek bernameyên akademîk ên nû pejirand, bi awayekî ku bijarteyên perwerdeyê li pêş xwendekaran berfireh bike û encamên perwerdeyê bi pêdivîyên civakê, bazara kar û daxwazên qonaxa bê re girê dide.
Wezîr El-Helebî duh Şemîyê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê destnîşan kir ku encumenê damezirandina kolejên Endezyarîya Agahdarîyê, Endezyarîya Mîmarîyê û Şerîetê li Zanîngeha Firatê, Perwerdehîya Duyemîn li zanîngehên Firat û Himsê, Aborî li zanîngehên Firat û Reqayê, Aborîya Çandinîyê li Zanîngeha Laziqîyê/ Cebleyê, û Endezyarîya Agahdarîyê li Zanîngeha Hemayê pejirand.
Wekî din jî, damezirandin û vekirina gelek beşên master u doktorayê li deverên cuda cuda jî hatiye pejirandin.