Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, ragihand ku dê komîteyeke awarte ji bo şopandin û lezkirina rêkarên hevsengkirin û serrastkirina bawernameyan ji bo armancên pîşeyî bê avakirin; da ku daxwaznameyên kombûyî di zûtirîn dem de werin çareserkirin.
Wezîr dîyar kir ku armanc ji vê biryarê ew e ku karûbar li pêşîya kesên ku daxwaznameyan pêşkêş dikin hêsan bibin, û rê bo wan were dayîn da ku rêkarên xwe bêyî ku dereng bimînin temam bikin. Her weha tekezî li ser wê yekê jî kir ku wezaret dê bi awayekî rastexast çavdêrîya xebata komîteyê bike, ji bo kar bi lez, hûrbîn û rêkûpêktir biçe serî.
Her weha wezîr ragihand ku ew kesên ku bawernameyên Master û Doktorayê ji fakulteyên teorîk (ji sala 2011 heta 2025an) wergirtine, dê di dema hevsengkirina bawernameyên wan de ji mercê îqameyê bên efûkirin; wek liberçavgirtina şert û mercên ku di wê qonaxê de tê de jîyane ji bo rakirina astengîyên îdarî û hêsankirina tevlêbûna şarezayên neteweyî di jîyana akademîk û pîşeyî de.