Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûrîyê, Merwan El-Helebî, ragihand ku peymaneke hevkarîyê ya çarçoveyî di navbera Sûrîye û Tirkîyê de di warên xwendina bilind û lêkolînên zanistî de, piştî gotûbêjên li gel Serokê Encumena Xwendina Bilind a Tirkîyê (YÖK) Erol Özvar, hate îmzakirin.
Wezîr li ser rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku ev peyman xemxwarîya her du welatan derbarê xurtkirina hevbeşîya wan a akademîk û pêşxistina hevkarîya zanistî nîşan dide, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevpar bike û asta pergala perwerdeyê bilind bike.
Her wiha wî spasîya Tirkîyê li ser rola wê di piştgirîya vê sektorê de kir, bi taybetî bi rêya vekirina şaxên zanîngehên Tirkî li bakurê Sûrîyê, ku derfet da bidehhezaran xwendekarên Sûrî ku xwendina xwe ya zanîngehê bidomînin.
Di rûniştinan de gelek dosye hatin gotûbêjkirin, ku yên herî berbiçav: Xurtkirina hevkarîyê di navbera zanîngehan de, pevguhertina pisporîyên akademîk, pêşxistina bernameyên lêkolînên zanistî, kalîte û pejirandinê, ligel berfirehkirina asoyên hevparîyan di navbera sazîyên her du welatan de bûn.
Wezîr tekez kir ku ev hevkarî kûrahîya peywendîyên Sûrîye û Tirkîyê nîşan dide, û piştrast kir kir ku çareserkirina dosyeyên hevpar dê bi gîyanê hevkarî û hevahengîya tam bê kirin; bi rengekî ku mafên xwendakaran biparêze û asoyên berfirehtir ji bo hevkarîya akademîk di paşerojê de veke.