Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê roja destpêkirina fermî ya sala xwendinê ya 2026–2027an ji bo hemû dibistanên dewletê û yên taybet û sazîyên mîna wan dîyar kir; ku ew jî roja Yekşemê 06.09.2026an e.
Wezaretê di daxuyanîyeke ku îro Yekşemê hat weşandin, da zanîn ku dewama îdarî dê di roja Sêşemê 01.09.2026an de dest pê bike.
Ev biryar li ser bingeha berjewendîya giştî û ji bo misogerkirina birêveçûna baş a proseya perwerdeyê û hevahengîya wê bi salnameya xwendinê re hatiye dayîn.
Wezaretê tekez kir ku divê hemû amadekarîyên pêwîst bên kirin ji bo ku dibistan di destpêka salê de amade bin; di nav de temamkirina karên nûkirin û paqijîyê, dabînkirina pêdivîyên dibistanan û peydakirina jîngeheke perwerdehîyê ya guncaw û ewle ji bo xwendekaran.
Her wiha Wezareta Perwerdeyê bal kişand ser giringîya pabendbûna bi plana xwendinê ya pêvekirî û pabendbûna bi demên destpêkirina fermî, da ku proseya hînkirinê ji roja yekem a sala xwendinê ya nû ve bi awayekî rêkxistî birêve biçe.