Şam-SANA
Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê ragihand ku ew xuleke perwerdeyê ya niştimanî li jêr navê “Silametîya Kîmyewî û Birêvebirina Bermahîyên Kîmyewî”, li baregeha desteyê ya li Şamê saz dike.
Desteyê îro Duşemê dîyar kir ku armanca vê xulê pêkanîna silametî û ewlehîyê di hundirê laboratuwar û kargehan de ye, ligel belavkirina çanda silametî û ewlehîya kîmyewî li ser asta niştimanî, parastina jîngehê û sepandina binemayên kîmyeya kesk.
Desteyê bal kişand ser wê yekê ku beşên ku ev xul wan dike armanc —ku dê di navbera didu û şeşê meha Tebaxa bê de were lidarxistin— endamên desteya lêkolînên zanistî, desteya teknîkî û ya laboratuwarî ne, ligel berpirsên silametîyê di laboratuwarên lêkolînî, perwerdehî, analîzî û pîşesazî de di her du sektorên giştî û taybet de.