Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdurehman Tirko ligel endamên şandeya serokatîyê ya ku berpirsyarê şopandina pêkanîna bendên peymana 29ê Kanûna Paşîn a ligel HSDê ye, ku Dr. Mistefa Ebdî û Ehmed Hîlalî di nav de ne, şopandina cîbicîkirina peymanê li parêzgehên rojhilat gotûbêj kir.
Di civîna ku li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin de, rêyên hevkarîyê di navbera alîyên peywendîdar ên cuda de ji bo misogerkirina pêkanîna peymanê bi awayekî ku xizmeta aramîya perwerdeyê li van parêzgehan bike, hatin nirxandin, her weha behsa gavên pêwîst hat kirin.
Tirko tekezî li ser girîngîya van gavan di başkirina rewşên perwerdeyê û dabînkirina jîngeheka perwerdeyê ya ewle û berdewam ji bo hemû xwendekaran li Sûrîyê kir, bi awayekî ku li gorî nêrîna niştimanî ya geşepêdana berdewam di sektora perwerdeyê de be.


