Şam-SANA
Wezareta Perwerdehîya Bilind demên pêşkêşkirina daxwazên veguhastina hevtayî di navbera zanîngehên dewletê yên Sûrîyê de, û daxwazên xwendekarên qutbûyî yên ku dema pêşkêşkirinê ya berê ji dest dabûn, dirêj kirin.
Wezaretê eşkere kir ku pêşkêşkirina daxwazên veguhastina hevtayî heta 29ê vê Kanûna Paşîn berdewam dike û tu dirêjkirineke din nayê kirin, lê pêşkêşkirina daxwazên xwendekarên qutbûyî heta 26ê Sibata bê berdewam dike.
Wezaretê berî niha demên tomarkirina zanîngehê dirêj kiribûn da ku derfeteke zêde bide xwendekaran ji bo temamkirina karûbar û pelên xwe û piştrastkirina pêkanîna mercên daxwazkirî.