Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê, gotgotên li ser torên civakî tên belavkirin, derbarê dîyarbûna dîroka ragihandina encamên azmûnên bawernameyên qonaxa bingehîn û ya amadeyî yên xula sala 2026an red kirin. Wezaretê tekez kir ku her daxuyanîyeke têkildarî pêvajoya perwerdeyê, tenê li ser malperên wê yên fermî tê belavkirin.
Rêveberê Daîreya Ragihandinê ya Wezaretê, Hemze Hûrîye, dîyar kir ku agahîyên derbarê destnîşankirina demê de ne rast in, û got ku divê agahî ji çavkanîyên fermî werin girtin û gotegot neyên bawerkirin.
Hûrîye destnîşan kir ku xebatên kontrolkirina kaxizên azmûnan di rojên bêhnvedanê de jî bi xurtî berdewam dikin, da ku bi awayekî hûrbîn û bilez bi dawî bibin û mafê hemû xwendekaran parastî be. Her weha da zanîn ku di heman dema kontrolkirinê de, xebatên tomarkirina encaman bi awayê dîjîtal berdewam in.
Hûrîye anî ziman ku rêjeya kontrolkirina kaxizan gihîştiye nêzî %50, û rêjeya tomarkirina encaman jî gihîştiye nêzî %40. Dîyar jî kir ku wezaret dê dîroka eşkerekirina encaman bi awayekî fermî ragihîne, gava ku hemû rêkarên teknîkî û îdarî bi dawî bibin.