Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê îro Duşemê, ragihand ku wê navên navendên ezmûnan ji bo xwendekarên bawernameyên xwendina bingehîn û bekelorya giştî, û navnîşanên wan ên bi nexşeyan ve girêdayî ji bo hêsankirina xwe gihandina wan, li gorî parêzgeh û deveran, bi rêya lînkê, berdest kirine.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev pêngav armanc dike ku xwendekar karibin navendên xwe yên ezmûnan bi hûrbînî û pêşwext nas bikin, bi awayekî ku di hêsankirina proseya gihîştina navendên dîyarkirî û birêxistina birêveçûna proseya ezmûnan de dibe alîkar. Her wiha bang li xwendekaran kir ku bi awayekî hûr li zanyarîyên xwe bi rêya lînkê binêrin, û cihê navenda ezmûnê berî dema destpêkirina ezmûnan piştrast bikin.