Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ligel Wezareta Tenduristîyê, ragihand ku wergirtina daxwaznameyên serlêdanê ji bo mufadeleya yekgirtî ya dagirtina valahîyan bo derçûyên kolejên bijîşkî yên sala xwendinê 2025-2026an, ji sibe Duşemê 29ê Hezîranê ve dest pê dike.
Li gorî daxuyanîya hevpar, tomarkirina ji bo mufadeleyê heta dawîya dewama fermî ya roja Çarşemê 8ê Tîrmeha bê berdewam dike, û xwendekar dikarin di rêya kenala Wezareta Xwendina Bilind re li ser platforma Telegramê, hûrgilîyên zêdetir nas bikin.
Ev mufadekeya yekgirtî ji bo derçûyên kolejên bijîşkî (Bijîşkîya Giştî, Bijîşkîya Diranan û Dermansazîyê) ye, bi mebesta dabeşkirina wan li ser bernameyên rahênan û amadekirinê yên pejirandî, li gorî pîvanên dîyarkirî yên ku rêjeya puwanan, daxwazên serlêderan û hewcedarîya rastîn a nexweşxaneyên fêrkirinê û yên alîyên tenduristî li ber çavan digirin.