Şam-SANA
Zanîngeha Şamê tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna bi rêkarên fermî yên pejirandî berî birêkxistina her çalakî yan boneyekê li hundirê kampusa zanîngehê kir, û destnîşan kir ku her alî, sazî, tîm yan destpêşxerîyeke ku dixwaze çalakîyan di nav zanîngehê de li dar bixe, neçar e ku erêkirinê li gorî rêgezan ji serokatîya zanîngehê û alîyên peywendîdar wergire.
Zanîngehê di daxuyanîyekê de ku duh Înê kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku pêkînana her çalakî yan boneyekê ji alîyê her her kesî ve, yan birêkxistina wê li hundirê kampusa zanîngehê bêyî wergirtina erêkirina pêşwext yan bêyî hevahengîya fermî ligel serokatîya zanîngehê, wekî binpêkirina pergal û rênimayên berkar tê hesibandin, ku ev yek wê rûbirûyî lêpirsîna qanûnî û kargerî dike, û pêwîstî bi girtina rêkarên guncaw derheqê wê de li gorî rêgezên berkar dike.
Zanîngehê ragihand ku ew mafê xwe di girtina hemû tedbîr û rêkarên pêwîst de li dijî her alî yan kesên ku tên li hundirê kampusa zanîngehê yan her çalakîyekê tê de bêyî erêkirina pêşwext, yan jî bêyî temamkirina rêkarên hevahengî û pejirandina fermî, pêk tînin, diparêze.